Reşnivîsa biryarnameya derxistina Rejîma Siyonîst ji NY
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i352014-reşnivîsa_biryarnameya_derxistina_rejîma_siyonîst_ji_ny
Serokwezîrê Malêziyê got: Kiryarên bihêz, ji wan derxistina Îsraîlê ji NY li dû binpêkirinên mafên mirovan û jînûsayda li Xezzê, divê di zûtirîn dem de bên cihanîn.
(last modified 2024-11-05T13:36:51+00:00 )
Tesrîn 05, 2024 13:07 Asia/Tehran
  • Reşnivîsa biryarnameya derxistina Rejîma Siyonîst ji NY

Serokwezîrê Malêziyê got: Kiryarên bihêz, ji wan derxistina Îsraîlê ji NY li dû binpêkirinên mafên mirovan û jînûsayda li Xezzê, divê di zûtirîn dem de bên cihanîn.

Enwer Îbrahîm got ku welatê wî ji bo Civata Giştî ya Netewên Yekgirtî reşnivîsa biryarnameyekê amade kiriye ku di nav de pêşniyara derxistina Îsraîlê ji endamtiya vê rêxistinê hatiye kirin.

Serokwezîrê Malêziyê tekez kir: Divê ev kiryara bihêz di zûtirîn dem da were cîbicîkirin. Îbrahîm anî ziman ku ew yeka herwiha rê dide ku alîkariyên bingehîn bigihêjin gelê Filistînê dema ku komkujiya wan her ku diçe girantir dibe.