Ji ber hezaza erdê li Çînê 47 kes mirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i346142-ji_ber_hezaza_erdê_li_Çînê_47_kes_mirin
Li herêmeke eyaleta Yûnnan a li başûr rojavayê Çînê erd şemitî û 47 kesan jiyana xwe ji dest dan.
(last modified 2024-01-22T11:56:51+00:00 )
Çile 22, 2024 15:22 Asia/Tehran
  • Ji ber hezaza erdê li Çînê 47 kes mirin

Li herêmeke eyaleta Yûnnan a li başûr rojavayê Çînê erd şemitî û 47 kesan jiyana xwe ji dest dan.

  Ev karesat  li gundê Lîangshûî ya li navçeya Zhenxîongê serê sibehê  qewimî û bandor li 18 malan kir. Hate ragihandin ku 47 kes di binê axê de man û jiyana xwe ji dest dan.

Hat ragihandin zêdeyî 200 kes bi rengekî lezgîn hatin veguhastin û 10 ekskavator, 33 wesayitên arkujiyê û zêdeyî 200 wezîfedarên rizgarkirinê ji bo karên lêgerîn û rizgarkirinê hatin seferberkirin.”

Bikarhênerên tevna medya civakî ya Çînê Douyin dîmen weşandin û tê de gundekî çiyê tê dîtin ku bi berfê girtî ye û ji ber hezazê xaniyên li gund kêm têne dîtin.