Kanûn 15, 2023 16:27 Asia/Tehran
  • Yekîtiya Ewropayê û 14 dewletên rojavayî bi daxuyaniyeke hevpar cinayetên bajaroknişînên siyonîst şermezar kirin

Yekitîya Ewropayê û 14 12 welatên ewropî hevrê digel Kanada û Australyayê bi derxistina daxuyaniyeke hevpar, êrîşên hovane yên bajaroknişînên siyonîst li Rexê Rojavayê Çemê Urdinê bi naverokeke tund şermezar û tekez kirin ku ev kiryar pêşeroja aştiya mayînde li navçeyê dixe ber gefê.

Di vê daxuyaniyê da hatiye ku Australya, Beljîk, Danmark, Yekitiya Ewropayê, Fransa, Îrlend, Lûkzambûrg, Holend, Norwêj, Spanya, swêd, Swîs, Brîtanya û Kanada ji rejîma Îsraîlê dixwazin ku kiryarine bilez û hestkirî ji bo sekinîna li hemberî tundûtûjiyên bêmînak ên bajaroknişînan li Rexê Rojavayê Çemê Urdinê bi cih bîne.

Di vê daxuyaniyê da hatiye ku, em kiryarên şidetbar ên bajaroknişînên tundrê û zêdegav ku gelê Filistînê dixe nav wehşetê bi tundî şemezar dikin. Emhelwêsta xwe dubare dikin ku bajaroksaziyên Rejîma Siyonîst li Rexê Rojava ya dagirbûyî li gorî qanûnên navneteweyî neqanûnî ye û sozên vê rejîmê li gorî qanûnên navneteweyî bi taybet Xala 49an a Konvensyona 4 a Jenevê bi bîr tînin.

Di vê daxuyaniyê da tekezî hatiye kirin ku zêdebûna tundûtûjiya bajaroknişênên zêdegav li dijî filistîniyan nayê qebûlkirin.

Serepeyv