Cotmeh 30, 2023 08:03 Asia/Tehran
  • Dilnigeraniya Rêxistina cîhanî ya Tenduristiyê derbarê valakirina nexweşxaneyên Xezzeyê

Sekreterê Giştî yê Rêxistina Cîhanî ya Tenduristiyê got ku valakirina nexweşxaneyên Xezzeyê canê nexweşan dixe metirsiyê.

Li gorî rapora IRNA`yê, Tedros Adhanom, Sekreterê giştî yê Rêxistina  cîhanî ya Tenduristiyê roja yekşemiyê li peyamekê li tora civakî ya X-ê  nivîsî: Raporên ku ji zîvala Xezzeyê der barê gefa Israîlê derheq valakirina nexweşxaneya El-Qudsê hatien belavkirin, mirob dilnigeran dikin.

Wî her wiha got: Em hîn jî teqez dikin ku valakirinanexweşxaneyên tijî nexweş bêyî ku jiyana wan bikeve metirsiyê, ne mimkun e.

Sekreterê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê tekez kir ku li gorî qanûnên mirovheziyê yên navdewletî divê di her rewşê de xizmeta tenduristiyê bên berdewamkirin.

Rejîma Siyonîst pêştir nexweşxaneya El-Moemedanî li zîvala Xezzeyê kiribû armanc û di encama vê êrişê de herî kêm 500 filistînî şehîd bûn.

 

Serepeyv