Sibat 10, 2023 18:52 Asia/Tehran
  •  Hevxemiya bi ziyandîtî û mexdûrên erdhejê yên Sûriyê û Tirkiyê re

Hejmarek ji rêber û rayedarên welatên curbicur bi hinek peyaman bi ziyandîtî û mexdûrên erdhejê yên Sûriyê re hevxemî kirin

Di encama erdheja li Tirkiyê de, heta niha zêdetirî 18 hezar kesan canê xwe ji dest dane û her wiha li Sûriyê jî ji ber vê erdhejê de 3507 kesan canê xwe ji dest dane; vêca rêberên welatên curbicur bi gelên Sûriyê û Tirkiyê re hevxemî kirine û gelek alîkarî jî bo van du welatan şandine.

 Di vê çarçoveyê de, şeşemîn balefira alîkariyên mirovheziyê yên Komara Îslamî ya Îranê bo ziyandîtî û mexdûrên erdhejê yên Sûriyê vê sibê li balefirgeha Lazqiyeyê rûişt erdê.

Kanala Al-Mayadeen’ê ya Libnanê jî derbarê şandina 400 tankêrên hilgirê ardûyê ji Iraqê bo Helebê agahî da. Şandeke parlemana Iraqê jî ku bona hevgirtina bi gelê Sûriyê re û piştgiriya ji vî welatî bo derbasbûna ji qeyranê pêk hatiye serdana Şamê kiriye.

 “Ferhan Heq“ Alîkarê Antoniyo Gûtêrêş, Sekreterê Giştî yê NY’yê jî ragihand: “Em hewl didin bi rêya derbasgeha Bab Ul - Hewayê bo alîkariyên zêdetir bo bakurê Sûriyê bişînin.” Ragihandina nûçeya şandina alîkariyên mirovheziyê bo bakurê Sûriyê di halekî de ye ku “Buseyna Şeban”, Rawêjkara Serokkomarê Sûriyê, duberekiya di warê şandina alîkariyan bo welatê xwe rexne kir û got ku Welatên Rojavayî alîkariyê didin terorîstan li navçeyên ku derveyî kontrola hikûmeta Sûriyê de ne, lê qet bala xwe nadin ser navçeyên ku piraniya xelkê Sûriyê li wan dijîn.

 Wezareta Xizînedariyê ya Amerîkayê jî piştî zexta NY’yê û welatên ku daxwaza alîkariyê bo ziyandîtî û mexdûrên erdhejê dikin, miafiyeta 180 rojî bo Sûriyê cih anî.

Stéphane Dujarric, Berdevkê Sekreterê Giştî yê NY’yê gotibû ku ji ber boykotan alîkarî nagihin erdhejlêxistiyên Sûriyê û- divê ew boykot bên rakirin.

 “Feysel Miqdad“  Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê derbarê vê yekê de got: “Boykotên Amerîkayê berbendeke mezin ser rêya alîkariyên mirovheziyê ne.”

 

Serepeyv