Cotmeh 23, 2022 18:04 Asia/Tehran
  • Li Rûsyayê di encama ketina balafireke şer de 2 pîlot mirin

Li Rûsyayê balafireke leşkerî li devera Irkutsk li ser avahiyeke du qatî ket ku eva bû sedem 2 pîlotên wê werin kuştin.

Parêzgarê Irkutsk Igor Kobzev îro ragihand, balafireke leşkerî li ser avahiyeke du qatî ket.

Rayedarên Rûsî eşkere kir ku du pîlotan canê xwe ji dest dane.

Li gorî Wezareta Rewşa Awarte ya Rûsyayê, sedema vê qezayê di ber lêkolînê de ye.

Beriya 6 rojan, balafireke leşkerî ya ji cûreya Su-34 li nêzîkî Ukraynayê li başûrê bajarê Yeysk li avahiyekê ketibû.

Di wê bûyerê de jî herî kêm 15 kesan canê xwe ji dest dabûn.

Serepeyv