Ukraynê êrişî Moskow u rojavaya Ûrsêtê kir
Rayedarên ûris ragihandin ku Ukraynê di çarçova zincîre-êrişên bi xwofirran da, êrişî hin deverên rojavaya Ûrsêtê û nîvgrava Kirîmê kir.
Berpirsên herêma Kirasnodarê ragihandin ku di encama êrişa bi xwofirran a Ukraynê da zîyan li binesazî û borîyeke gazê ya li hermeke niştecîbûnê ya Bendera Tuwapse li Deryaya Reş ket. Rayedarên ûris herwiha ragihandin ku Ukraynê bi xwofirrê êrişî hin herêman ji wan Moskowê kir.
Wezareta berevanîyê ya Ûrsêtê ragihand ku Yekîneyên Berevanîya Hewayî yên vî welatî şeva buhurî 27 xwofirrên ukraynî jorda xistin ku j iwan 3 xwofirr li esmanê Moskowê jorda ketin.
Ev êrişên Ukraynê di demekê da ne ku Ûrsêtê du rojan berî nika ragihand ku Ukranê bi 91 xwofirrên dûrmenzîl êrişî cîyekî mayîna Serokomarê Ûrsêtê li herêma Nûgiradê kir.