Cotmeh 23, 2022 10:07 Asia/Tehran
  • Li bajarê Dallasê yê Amerîkayê di encama gullebaranê de 2 hemşîre hatin kuştin

Li bajarê Dallasê yê Amerîkayê di encama gullebarana li nexweşxaneyekê de 2 hemşîreyên jin hatin kuştin.

Li gorî rapora IRNA`yê, Polîsê Dalasê serê sibê roja Yekşemê ragihand ku ev gullebarana li hundirê nexweşxana Methodist li blûka 1400 ya kolana Beklî ya Bakur derdora saet 11:00 sibêya roja Şemiyê (bi dema herêmî) qewimî.

Li gorî lêkolînên destpêkê, kesê ku ber bi xebatkarên Nexweşxana Methodist gulle reşandine û ev du hemşîre kuştine, piştre bi efserekî polîs re rû bi rû maye.

Wî efserê polîs ber bi êrîşkar gulle reşand û ew birîndar kir û ew ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyeke din.

Berawirdkirina statîstîkên tundûtûjiya çekan di navbera Amerîka û welatên din ên cîhanê de, Amerîka welatek bi tevahî awarte ye; Tevî ku nifûsa vî  welatî ji sedî 5ê nifûsa cîhanê ye, lê ji sedî 31ê wan kesên ku bi çekan komkujî pêk tînin tê de cih digirin.

Serepeyv