Amerîkayê: Li ser peymana nukleerî me tu garantiyên nivîskî nedane Rûsyayê
Cîgira wezîrê karên derve yê Amerîkayê Victoria Nuland got welatê wê têkildarî hevkariya Rûsyayê ya bi Îranê re, tu garantiyên nivîskî nedaye Rûsyayê.
AFP`yê ragihand ku cîgira wezîrê karên derve yê Amerîkayê Victoria Nuland, roja sêşemê anî ziman ku Amerîkayê li ser hevkariya Rûsyayê ya bi Îranê re, tu garantiyên nivîskî nedane Rûsyayê.
Danûstandinên li Viyanayê yên ji bo peymana nukleerî ya bi Îranê re dewam dikin. Li aliyekî din jî bi zêdebûna daxuyaniyên erênî re, Rûsyayê ji Amerîkayê xwest ku ev tedbîr bandorê li hevkariya wê ya bi Îranê re neke.
Rûsyayê roja duşemê ragihandibû ku ger hevpeymana nukleerî bi awayekî fermî di bin navê "plansaziya hevpar" de were zindîkirin, divê mafên hêzên cîhanê wekî hev bin.
Di civîna Kongreyê ya roja sêşemê de Victoria Nuland têkildarî mijarê got: “Me tu danûstandin bi Rûsyayê re têkildarî Îranê çênekirine. Moskow dixwaze asta daxwazên xwe bilind bike.”