Mijdar 23, 2021 10:52 Asia/Tehran
  • Li Bulgaristanê di şewata otobusekê de 45 kesan canê xwe ji dest dan

Li rojavayê Sofya paytexta Bulgaristanê, di encama şewata otobuseke rêwiyan a Makedonyaya Bakur de, 45 kesan canê xwe ji dest dan.

Medyaya Bulgaristanê ragihand, bûyera şewata otobusê saet 3ê berbangê li ser riya bejahî ya bajarê Blagoevgrad – Sofya rû daye. Medyaya hanê herwiha diyar kir ku 52 rêwî di otobusê de bûn û ber bi Stenbolê ve diçû.

Li gor ragihandina vê medyayê di encama şewatê de, 45 kesan canê xwe ji dest dan, di nava wan de 12 zarok hene. Herwiha 7 kesên din jî birîndar bûn û ji bo nexweşxanan hatin veguhastin.

Berpirsê di Wezareta Navxwe ya Bulgaristanê de Nikolai Nikolov piştrast kir, di şewatê de herî kêm 45 kesan canê xwe ji dest dan. Birîndar jî ji bo nexweşxaneya Hawarhatinê ya Sofyayê hatin veguhastin.

Serepeyv