Otobûsa personelên Hêzgeha Navokî ya Akkuyo'yê li Tirkiyê tûşî qezayê bû; 35 kesan canê xwe ji dest da û du kes birîndar bûn.
Greva ajokarên oto0bûs û metroyê li Almanyayê ji destpêka hefteyê va dest pê bûne û hîn jî berdewam in.
Li navçeya El-Bûhiye ya parêzgeha Dehleqiye ya Misirê ji ber wergerîna otobûsekê nav kanala avê 16 kesan jiyana xwe ji dest dan û 17 kes jî birîndar bûn.
Li Hindîstanê otobûsa ku 47 rêwî têde bûn qulibî û kete golê û herî kêm 9 kesan canê xwe ji dest dan, 22 kes jî birîndar bûn.
Li başûrê rojhilatê Kenyayê, 200 kîlometr dûrî paytexta vî welatî Nairobiyê, otobûseke dawetê ketiye çem û 23 kesên tê de jiyana xwe ji dest dan.
Li Meksîkayê otobûsa rêwiyan ku frenê wê negirt li avahiya şaredariya Joquicingo ket. Di bûyerê de bi şofêrê otobûsê ve 19 kesan canê xwe ji dest dan û 20 kes jî birîndar bûn.
Li rojavayê Sofya paytexta Bulgaristanê, di encama şewata otobuseke rêwiyan a Makedonyaya Bakur de, 45 kesan canê xwe ji dest dan.
Li Nepalê otobûsa rêwiyan di kendalekî de çû xwarê û di encama bûyerê de 32 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.