Mijdar 21, 2020 10:40 Asia/Tehran
  • Saziyên Japonê dê pereyên dîjîtal biceribînin

Li Japonyayê ji 30'î zêdetir kompanî biryar girtin ku sala pêşiya me bikaranîna pereyên dîjîtal biceribînin. Japonî piranî pereyên xwe wekî neqt li cem xew radigirin. Niha ev sazî dixwazin bi vê gavê gel bikişînin nav û ji bo vê saziyan li hev kir. Di nav van saziyan de sê bankeyên mezin ên welat û kompaniyên telekomunasyonê jî hene.

Li gorî nivîsa Diyarname'yê, Li Japonyayê hin saziyên wisa hene lê bi têra xwe bi ser neketine. Berdevkê vê komê niha Hiromi Yamako wisa gotiye; "Em naxwazin platformeke nû ya dîjîtal a bikaranîna dan û standinê pêk bînin. Em dixwazin çarçoveyek saz bikin ku gelek platformên dîjîtal bi hev re bidin û bistînin. Ji bo Yenê (diravê Japonê) Dîjîtal bê sazkirin emê berpirsî bidin bankeyên taybet lê  pêşî li saziyên din nehatiye girtin ku ew jî Yena Dîjîtal çêbikin yan na."

Li Japonyayê tenê sedî 20 di dan û standinê de amûrên dîjîtal bikar tînin. Li DYA'yê ev sedî 45, li Çînê sedî 70 ye.

Rayedarên Japon dibêjin hem ji bo pêşî li aboriyê netomarkirî bigirin, hem karên fînansî hêsantir bikin hem jî rê li ber  pêşketinê vekin.

 

 

 

 

Serepeyv