Cotmeh 30, 2020 20:46 Asia/Tehran
  • Hêzên Qerebaxê çeteyekî ji Sûriyê girt

Hêzên Qerebaxê girtina çeteyekî ji Sûriyê ku li rex hêzên Komara Azerbêcanê şer dike, ragihand.

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Hêzên Qerebaxê bi rêya kanala xwe ya li ser Telegramê got: “Yekîneyên Artêşa Parastinê ya Qerebaxê terorîstekî din girt. Lêpirsîna pêşîn, hebûna terorîstan li eniya Komara Azerbêcanê, piştrast dike.”

Hate zanîn ku navê çeteyê ku hatiye girtin Mahrad Mihemed e û ji Sûriyê ye.

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê îro ragihand ku dûr nabîne ku çeteyên dewleta Tirkiyê ên ji Sûriyê û Lîbyayê ku tev li şerên Qerebaxê bûne, derbasî Rûsyayê bibin.

Li gorî daneyên ku Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan (SOHR) dane, dewleta Tirkiyê herî kêm 2 hezar û 350 çeteyên Sûriyê derbasî Komara Azerbêcanê kirine da ku li rex artêşa Komara Azerbêcanê şer bikin. Ji wan 320 çete vegerîn piştî dev ji hemû tiştan berdan.

 

 

Serepeyv