Wekîlê Ûrsêtê li NY: Kîyêvê êrişên ser sivîlan li Ûrsêtê tund kirîye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i359880-wekîlê_Ûrsêtê_li_ny_kîyêvê_êrişên_ser_sivîlan_li_Ûrsêtê_tund_kirîye
Wekîlê Dayimî yê Ûrsêtê yê NY got: Kîyêvê bi hegera têkçûnên leşkerî, berê xwe daye êrişên ser navçeyên sivîlnişîn ên Ûrsêtê.
(last modified 2026-08-25T14:45:44+00:00 )
Tebax 25, 2026 18:11 Asia/Tehran
  • Wekîlê Ûrsêtê li NY: Kîyêvê êrişên ser sivîlan li Ûrsêtê tund kirîye

Wekîlê Dayimî yê Ûrsêtê yê NY got: Kîyêvê bi hegera têkçûnên leşkerî, berê xwe daye êrişên ser navçeyên sivîlnişîn ên Ûrsêtê.

Vasîlî Nebenzîya got: Êrişên Ukraynê ser navçeyên sivîlnişîn ên Ûrsêtê di halekî da ne ku Zelenskî ji piştgirên xwe yên rojavayî ji bo wergirtina barên nû yên çek u rextan ji bo derbê li şar, navçeyên xelknişîn u binesazîyên sivîl ên Ûrsêtê bixe, parsê dike. 

Nebenzîya bal kişand ser kuştî u birîndarên di encama êrişên vê dawîyê da j iwan gorîbûna çend zarokan u got: Domandina şandina çek u rextan ji hêla welatên rojavayî va bo Ukraynê, yê bibe sedema tundbûna êrişan u bê-istiqrarîya zêdetir.

Ûrsêtê berî vîya jî çendîn carî derbara tundkirina şêrr da, hişyarî dabû Ukraynê u welatên rojavayî.