Foreign Affairs: Divê Amerîka ji Rojhilata Navînê derkeve
Belavoka Farên Efêrzê şerrê dijî Îranê karesateke tam wesif kir û nivîsî: Xercên 35 salan destwerdana leşkerî ya Amerîkayê li rojavaya Asiyayê, zav e û nayê înkarkirin; Tenê rêçareya bingehîn, derketina tam a leşkeran ji vê navçê ye.
Kovara Foreign Affairs di raporekê de nivîsand: Şerê li dijî Îranê karesatek tam e. Amerîkayê û Rejîma Siyonîst, bi binpêkirina qanûnên navneteweyî, herî kêm 1700 sivîlên Îranî şandine ber mirinê û binesaziya sivîl hedef girtine. Girtina Tengava Hurmuzê jî bihayên enerjiyê li çaraliyê cîhanê zêde kiriye û zext li ser aboriya cîhanî kiriye. Ev şer di zincîra xeletiyên stratejîk ya herî dawîye da ye ku di 35 salên borî de ewlehiya Amerîkayê têk daye û Rojavayê Asyayê bê îstîqrar kiriye.
Foreign Affairs nivîsand: Xercên 35 salên destwerdana leşkerî li Rojavayê Asyayê pir giran in û nayên înkarkirin in. Ji 11`ê Îlonê vir ve, Amerîkayê 8 trîlyon dolar li ser şerên li herêmê xerc kiriye. Zêdetirî 15000 leşker û peymankarên amerîkî hatine kuştin û milyonek û 800 hezar kes seqet mane. Lê mesrefa mirovî ji bo gelên herêmê hîn karesatbartir e: zêdetirî 940,000 mirinên rasterast, 3.6 milyon mirinên nerasterast, û 38 milyon bêwar. Ev hejmar çîroka nifşên ku derfeta jiyana normal di bahoza pevçûnên bêdawî de winda kirine vedibêjin.
Weşanê wiha got: Her çend neyar behsa xetereyên vekişîna Amerîkayê dikin jî, şerê Îranê îspat kir ku hebûna leşkerî ne tenê azadiya deryavaniyê neparast, belke bi xwe jî sedema girtina Tengava Hurmuz bû. Tevî westiyana raya giştî ji şerên bêdawî û pêwîstiya balkişandina ser gefên rastîn li Asiya û Ewropayê, dema wê hatiye ku Amerîka piştî 35 salan ji qopiya Rojhilata Navînê derkeve. Xurtkirina dîplomasiyê, alîkariya mirovî û hevkariya aborî ya herêmî dikare cihê hebûna leşkerî bigire û bibe sedema aramiya mayînde.