Kanûn 17, 2025 18:10 Asia/Tehran
  •  Parlimantereke ewrûpî: Xelata Aştîyê ya Nobelê bidin Firançêska Albanîzê

Endameke Parlimana Ewrûpayê berbijarbûna Firançêska Albanîz, Raportera Taybet a NY li Filistîna Dagirbûyî u pizişkên li Xezzeyê ji bo Xelata Aştîyê ya Nobel a sala 2026`ê raghiand.

Nêzî 300 kesên xwedîmerc ên ji 33 welatan ji wan Brezîl, Afrîqaya Başûr, Kanada, Australîya, New Zeland û Ingilîzê ev berbijarbûna wajo kirine u bi awayekî fermî raberî Lêjneya Nobel a Norwejê hatîye kirin. Matîyaj Nemts, endama Parlimana Ewrûpayê, vê berbijarîyê rêzgirtina li wêrekatî, hewl u berxwedana wan kesan dizane ku di rewşên herî dijwar da berevanîya nirxên bingehîn ên mirovî dikin û got ku ev kiryara alîkarîyek ji bo aştîyê ye ku serratir ji parvekirin u sînorên sîyasî ye. Wê pesna kiryarên Albanîzê yên di warê berevanîya ji mafên merivan u mafên navdewletî de da û pêgirî kir ku tevî zextên sîyasî yên tund û boykotên Rejîma Sîyonîst u Amerîkayê, erka xwe didomîne.

Serepeyv