Dilnigeraniya NY ji rewşa xirab a Xezzeyê
Berdevkê NY derbarê rewşa xirab a jiyanê li seranserê Zîvala Xezzeyê hişyarî da.
Îstifan Docarîk, berdevkê NY, derbarê rewşa Xezzeyê li deverên dagirkirî yên Filistînê got: Rewşa jiyanê li seranserê Xezzeyê pir xirab e. Em û şirîkên me ser amadekariyên ji bo demsala zivistanê û her wiha piştrastbûna ji gihîştina civakên lawaz bi alîkariyên bingehîn disekinin. Ramiz Ekberov, Cîgirê Hevahengkerê Taybet ê NY ji bo Pêvajoya Aştiyê, rewşa li zîvala Xezzeyê tim reş û dilnigeranker bi nav kir û got ku hewcedariyek lezgîn jibo zêdekirina alîkariya mirovheziyê heye. Ajansa Alîkarî û Peydakirina Kar a NY ji bo Awareyên Filistînî (UNRWA) jî diyar kir ku gelek kes li Xezzeyê her 24 sietan tenê danekê dikarin xwarekê bi dest bixin û got ku rewşa mirovî li Xezzeyê hîn jî xirab e û tevî pêkanîna agirbesê jî baştir nebûye ji ber ku Rejîma Siyonîst nahêle karmend û alîkariyên navneteweyî derbasî vê zîvalê bên kirin û nêzîkî 6 hezar kamyonên xwarinê li derbasgehan sekinîne. UNRWAyê her wiha ragihand ku di şerê Xezzeyê de me 380 karmendên xwe ji dest dan lê tevî qedexeyan em karê xwe berdewam dikin. UNRWA her wiha derbarê perwerdehiya zarokên li Xezzeyê ragihand ku gelek zarok li Xezzeyê niha bêyî ku kursiyên wan hewbin perwerdehiya xwe berdewam dikin û pir caran li erdê sar rûdinin. Berdevkê UNICEFê li Filistîna Dagirkirî her wiha ragihand ku sedî 97ê dibistanên Xezzeyê tam wêran bûne û di du salên borî de zêdetirî 670 hezar xwendevan li Xezzeyê ji perwerdehiyê bêpar mane.