Mijdar 25, 2025 21:50 Asia/Tehran
  • Giranbûna qeyrana li Firansayê bi nepejirandina bûceyê li parlemanê

Qelişta navbera parlimanê û hikûmeta Firansayê zêde bûye û qeyrana siyasî hêdî hêdî dixitime.

Sêbastiyen Lêkorno, Serokwezîrê Firansayê, piştî du mehan ji hewldana jibo rizgarkirina kabîneya xwe, nekarî budceya sala bê li parlemana vî welatî bide pejirandin. Sedî 83ê parlementerên Fransayê dengê Na dan budceya sala bê û piraniya endamên hevpeymaniya Mekron dengê bêalî dan vê planê. Sîlîn Tîpo Matînînz, endama fraksiyona Partiya Sosyalîst a li parlemanê got: Plana serokwezîr planeke bêserûber e û me dengê Na da vê planê. Pirsgirêk dê hîna aloztir bibin û divê hikûmet şertên me ji bo pejirandina vê planê cih bîne. Çepgirên dijberê hikûmetê dibêjin pir muhtemel e kabîne îstifa bike û hilbijartinên pêşwext werin lidarxistin.

Serepeyv