Mijdar 25, 2025 19:47 Asia/Tehran
  • Baxçelî: Hevdîtina bi Ocalan re alûgureke dîrokî ye

Serokê Partiya Hereketa Neteweyî ya Tirkiyê(MHP), hevdîtina şanda komîsyona parlemanê bi Ebdullah Ocalan re li Îmraliyê alûgureke dîrokî bi nav kir û got ku ew ji avakirina Tirkiyeya bêyî teror natirse, heta heke dawiya karê wan darvekirin be.

Dewlet Baxçelî bi êrişa ser partiyên muxalefetê ku nûnerên xwe neşandine nav vê şandeyê tekez kir ku aştî û kokbirrkirina terorîzmê îradeya cidî ya  gel û hikûmeta Tirkiyê ye û ti gefek nikare wê rawestîne. Hema bes e ku aştî û aramî li vî welatî pêk were û terorîzm hetahetayê  kokbirr bibe . Baxçelî her wiha muxalefet, medya û hin saziyên lêkolînê bi destwerdan, durûtî û hewldana çêkirina qeliştê navbera Tirk û Kurdan tawanbar kir û got ku pêvajoya aştiyê ya nû û serdana şanda parlemanê li Îmraliyê, gavek girîng ji bo bidawîkirina pevçûnê û pêkanîna ewlehiyê ye.

Serepeyv