Bê ewlehîtiya li Sûriyê tim pirsgirêka sereke ya Iraqê bo jinavbirina gefan e
Komîsyona Ewlehî û Berevaniyê ya Parlimana Iraqê ragihand ku gefên terorîstî ji rexê sînorê Sûriyê bi awayekî berbiçav hatine kontrolkirin, lê xetera derbasbûna hêzên çekdar û komên neqanûnî yek ji pirsgirêkên sereke yên ewlehiyê yên Bexdayê li ser sînorên rojava mane.
Yasir Îskender, endamê Komîsyona Ewlehî û Berevaniyê ya Parlemana Iraqê, bal kişand ser zêdebûna hevahengiyên ewlehiyê li sînorê hevpar ê Iraqê bi Sûriyê re û got: Di mehên derbasbûyî de derbasbûna bi gef nav sînorên Sûriyê hatiye kontrolkirin û hikûmeta Iraqê pêşketina berfireh li kemlandina projeya kontrolkirina sînor de bi dest xistiye. Yasir Îskender got: Îraq niha pêka salên derbasbûyî pergalên çavdêriyê û alavên ewlehiyê yên bihêztir hene. Çavkaniyên iraqî tekez dikin ku rewşa ewlehiyê li deverên sînorî yên curbicur ên Sûriyê, ku navbera komên çekdar û tevgerên terorîst de hatine parvekirin û bi taybetî îhtîmala veguhestina şaneyên mayî yên DAIŞê an jî girtiyên reviyayî yên girêdayî komên terorîst, xeterekê bo Iraqê çê dike. Eva di halekî de ye ku efserekî payebilind ê berevaniya ji sînor ê Iraqê got: Aloziya ewlehiyê li hundirê Sûriyê di salên borî de rê li ber otomobîlên bombebarkirî û çekdaran vekiriye da ku bikevin nav Iraqê lê îro, bi avakirina kelehên sînor, hewl tê dayîn ku ev gef bi awayekî daîmî werin sînordarkirin. Dîwarê sînorî, li gel xendeqên sê metreyî, çeperên parastinê, têl, bircên çavdêriyê bi kamerayên germayê û sîstema hişyariya lezgin, wekî toreke berevaniyê ya yekgirtî hatiye dîzaynkirin da ku pêşî li her cure ketina terorîstan an qaçaxa terorîsan ji Sûriyê bo axa Iraqê bigire.
Karzanên ewlehiyê her wiha tekez dikin ku kontrola tam a sînorê hevpar ji ber nekarabûn û lawaziya hikûmeta demkî ya Sûriyê yek ji ewlewiyetên herî girîng ji bo ewlehiya neteweyî ya Iraqê tê hesabê.