Gotêrêş: Divê hikmên Dadgeha Navneteweyî derbarê Xezzeyê de werin bicihanîn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i356305-gotêrêş_divê_hikmên_dadgeha_navneteweyî_derbarê_xezzeyê_de_werin_bicihanîn
Sersekreterê NY di 80emîn Civata Giştî ya vê rêxistinê de ragihand:Divê hikmên Dadgeha Navneteweyî derbarê Xezzeyê de werin bicihanîn.
(last modified 2025-09-23T11:30:55+00:00 )
Îlon 23, 2025 10:57 Asia/Tehran
  • Gotêrêş: Divê hikmên Dadgeha Navneteweyî derbarê Xezzeyê de werin bicihanîn

Sersekreterê NY di 80emîn Civata Giştî ya vê rêxistinê de ragihand:Divê hikmên Dadgeha Navneteweyî derbarê Xezzeyê de werin bicihanîn.

Anmtonyo Gotêrêş derbarê dewama cinayetên dagirkerên Qudsê li Xezzeyê û hikmê Dadgeha Navneteweyî de ku bêyî şermezarkirina cinayetên siyonîstan dijî gelê bindest li Xezzeyê hatiye dayîn got: Divê Konseya Ewlehiyê erkên xwe  têkildarî pevçûnan cih bîne û divê parêzbendiyên neqanûnî werin betalkirin.  Gotêrêş got: Rejîma Siyonîst birçîbûnê wek çek bi kar tîne û welatên serbixwe dikevin ber êrişan û divê em li şûna şerên hovane yên ku dest pê kirine aştiyê hilbijêrin. Divê piştgiriya biyaniyan were rawestandin û divê ji bo parastina sivîlan hewil were dayîn.Tirs û xofa li Xezzeyê nêzîkî sêyemîn sala xwe dibe, Ti tişt cezakirina komî ya gelê Filistînê û wêrankirina sîstematîk a Xezzeyê rewa nake.