Îlon 15, 2025 16:02 Asia/Tehran
  • 31 terorîst li Pakistanê hatin kuştin

Artêşa Pakistanê ragihand ku di dewama operasyona hêzên ewlehiyê li bakur- rojavaya vî welatî 31 endamên girêdayî koma terorîst a Tehrîk Taliban a Pakistanê hatin kuştin.

Artêşa Pakistanê du operasyon li eyaleya Xeyber- Pextûnxwa pêk anîn ku di encamê de gelek terorîst hatin kuştin.

Hêzên ewlehiyê yên Pakistanê li herêmên Lakî Merwet û Beno veşartgeheke terorîstên girêdayî Talibana Pakistanê hilweşandin û 31 ji wan kuştin.

Artêşa Pakistanê ragihand ku operasyona ramalîna herêmê ji lepên terorîstan û cezakirina kesên ku di êrişên vê dawiyê ser hêzên ewlehiyê de dest hebûne, dê berdewam bike.

Pêla êrişên ser hêzên ewlehiyê yên Pakistanê, bi taybet li deverên ser sînorê vî welatî û Efxanistanê di rojên borî de pir zêde bûye û di çend rojên derbasbûyî de 19 leşkerên pakistanî hatine kuştin.

Serepeyv