Pêgirîya NY ser pêwîstîya sekinandina şerê Xezzeyê û alîkarîya lezgîn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i354711-pêgirîya_ny_ser_pêwîstîya_sekinandina_şerê_xezzeyê_û_alîkarîya_lezgîn
Komîserê Pillebilind ê NY di Mafên Merivan da derbara ramalîna nijadî ya li Xezzeyê ya di encama berdewambûna êrişên gian ên Rejîma Sîyonîst da hişyarî da û xwest ku êriş bên sekinandin û alîkarîyan bigihînin Zîvala Xezzeyê.
(last modified 2025-05-17T11:23:29+00:00 )
May 17, 2025 14:44 Asia/Tehran
  • Pêgirîya NY ser pêwîstîya sekinandina şerê Xezzeyê û alîkarîya lezgîn

Komîserê Pillebilind ê NY di Mafên Merivan da derbara ramalîna nijadî ya li Xezzeyê ya di encama berdewambûna êrişên gian ên Rejîma Sîyonîst da hişyarî da û xwest ku êriş bên sekinandin û alîkarîyan bigihînin Zîvala Xezzeyê.

Fulker Turk di daxûyanîyekê da tundkirina êrişên Rejîma Sîyonîst ser Xezzeyê ku di encamê da nifûsa Zîvala Xezzeyê bi berdewamî diguhere, şermezar kir û ew êriş ramalîna nijadî bi nav kir.

Vî rayedarê pillebilind ê NY herwiha got ku berdewambûna êrişên giran ser Xezzeyê dibe sebeb ku gelê vê herêmê neçar be terka wir bide û ew êrişên Rejîma Sîyonîst enqest ji bo guhertina demogirafîya Xezzeyê hewil dide. Wî herwiah got: Xela jî li Xezzeyê her ku diçe berfire û giran dibe.