6 xwefirên din bi destê Pakistanê hatin jordaxistin
Televîzyona Pakistanê ragihand ku sîstima berevaniya hewayî ya vî welatî 6 xwefirên hindî yên nû rûxandine.
Rayedarekî li Kişmîra Pakistanê jî ragihand ku di encama bombebarana navçeyên sînorî ji aliyê Hindê ve 5 kesên sivîl hatine kuştin û 29 kesên din jî birîndar bûne. Artêşa Hindê ragihandiye di encama êrişên bi xwefir û mûşekan a Pakistanê ser navçeya kêşeliser a Kişmîrê de dengê hin teqînan li gişt bajarê Camoyê li Kişmîra Hindê hatiye bihîstin. 8 mûşekên ku ji Pakistanê ve ber bi bajarên Satwarî, Samba, Ranbîr Sîng Pora û Arniyayê li navçeya Camoyê hatibûn avêtin, ji aliyê yekîneyên sîstima berevaniya hewayî ya Hindê ve hatin şopandin. Çavkaniyên nûçeyan herwiha ragihandin ku hikûmeta Hindê ferman daye Saziya Benderên vî welatî ku karên ewlehiyê xurt bike.