Kiryarên Îsraîlê li Perrava Rojava bi serşorî ne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i353710-kiryarên_Îsraîlê_li_perrava_rojava_bi_serşorî_ne
Raportêra taybet a NY li kar û barên mafên mirovan li Erdên Dagirkirî yên Filistînê got: Îsraîl hewl dide li ser ya ku ji Filistînê maye serdest bibe.
(last modified 2025-03-09T11:38:30+00:00 )
Adar 09, 2025 13:12 Asia/Tehran
  • Kiryarên Îsraîlê li Perrava Rojava bi serşorî ne

Raportêra taybet a NY li kar û barên mafên mirovan li Erdên Dagirkirî yên Filistînê got: Îsraîl hewl dide li ser ya ku ji Filistînê maye serdest bibe.

Firançêska Albanêz, kiryarên Rejîma Siyonîst binpêkirina aşkera ya qanûnên navnetewî da zanîn û ji vê rejîmê xwest sozên xwe di çarçoveya qanûnên navnetewî cih bîne. Albanêz herwiha pêhişyarî da ku nabe Îsraîl xelkê Filistînê ji cihanîna rê û rismên olî û ibadetên xwe bêpar bike. Wê di dawiyê de civaka cîhanî ji ber sersarî û qusûriya di warê sekinandina destdirêjiyên Rejîma Siyonîst de sûckar da zanîn û daxwaza kareka lezgîn bona girtina pêşiya dewama van kiryaran kir.