Rizayî: Serederîya Amerîkayê sîyaseta navokî ya Îranê ya siberojê destnîşan dike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i360450-rizayî_serederîya_amerîkayê_sîyaseta_navokî_ya_Îranê_ya_siberojê_destnîşan_dike
Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehîya Netewî ya Îranê guherîna sîyaseta Îranê di şêrr, muzakireyan u sekinîna himberî boykotan rave kir.
(last modified 2026-09-20T14:42:29+00:00 )
Îlon 20, 2026 18:11 Asia/Tehran
  • Rizayî: Serederîya Amerîkayê sîyaseta navokî ya Îranê ya siberojê destnîşan dike

Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehîya Netewî ya Îranê guherîna sîyaseta Îranê di şêrr, muzakireyan u sekinîna himberî boykotan rave kir.


Serleşker Muhsin Rizayî Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehîya Netewî ya Îranê di hevpeyvîna tev Al Jazeerayê da got ku mijara vekişîna Îranê ji Peymana NPTyê tê hilkolandin. Wî pêgirî kir ku Îran hela jî pabendê fitwaya rêberê şehîd derbara çeka navokî da ye, lê derbara siberoja vê doktorînê da ti biryarek nehatîye dayîn.

Serleşker Muhsin Rizayî Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehîya Netewî ya Îranê herwiha got: Heke careka din şerek destpê bibe, em dê êrişî keştîyên amerîkayê li her dera oqyanûsa Hindê bin, bikin u me ev şîyana heye.

Rizayî pêgirî klir: Qebûlkirina mercên Îranê ji hêla Amerîkayê va û vekişîna ji vî şerî ser xêra amerîkayê bûye û ser xêra Waşîngtonê ye, ji ber ku çi qasî Amerîka di vî şerî da bimîne u hewlên bêçine bide, dê rewşa wê girantir u xeddartir be.