Kêmbûna asta hebandîbûna Trump li Amerîkayê
Çile 29, 2025 15:10 Asia/Tehran
Encama rapirsiyeke nû li Amerîkayê nîşan dide ku tenê heşt roj têrê dikir ku demajoya kêmbûna kêmhebîna serokomarê nû yê vî welatî destpê bibe.
Encamên rapirsiya hevpar a ajansa nûçeyan a Reuters û saziya Ipsosê nîşan dide ku sedî 46ê amerîkiyan kiryarên Trump qebûl nakin. Li rapirsiya berê vê ajansê di rojên 20 û 21 Çilleyê, sedî 39 ê wan gotibûn ku ji kiryara Trump razî nînin ku encama rapirsiya herî dawî nîşan dide ku asta nerezamendiya ji kiryara serokkomarê nû yê Amerîkayê zêde bûye. Encamên vê rapirsiyê her wiha nîşan da ku dengderên amerîkî gelek dilnigeranê zêdebûna nirxê xwarin, xanî û tiştên din ên pêwîst in.