Li Rûsyayê di 24 saetan de zêdetir ji hezar pêketiyên koronayê canê xwe ji dest dan
Li Rûsyayê hejmara pêketiyên vîrusa koronayê geheşt 7 milyon û 992 hezar û 687 kesan û ji ber pêketina bi vîrusa koronayê jî heta naha li wî welatî 223 hezar û 312 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Li gor Navenda Pêşgirî û Kontrolkirina Vîrusa Korona ya Rûsyayê ragihandiye di 24 saetên borî de 34 hezar û 303 kes bi vîrusa koronayê ketine û ji destpêka derketina wê vîrusê heta naha hejmara herî zêde ya pêketinê hatiye tomar kirin û bi giştî jî heta naha li wî welatî 7 milyon û 992 hezar û 687 kes bi vîrusa koronayê ketine.
Herwaha di 24 saetên borî de hezar û 2 kesên pêketiyên vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dan û bi giştî jî heta naha 223 hezar û 312 kesan ji ber vê vîrusê can dane.
Li gor daxuyaniya heman navendê heta naha 7 milyon û 624 kesên pêketiyên vîrusa koronayê jî baş bûne.