Tîrmeh 21, 2020 09:27 Asia/Tehran
  • Li Awûstûryayê 'saziya alîkariyê ya ji bo DAÎŞ'iyan'

Alîgirên DAÎŞ'ê ji bo ku çeteyên xwe yên di destê YPG/HSD'ê de ne rizgar bikin, bi navê "Eve's Help Club" li Awûstûryayê (Otrîşê) saziyeke alîkariyê ava kirine.

  Eşkere bû ku ji bo revandina çeteyên DAÎŞ'ê ûmalbatên wan ên li girtîgeh û kampên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên ragirtin, li paytexta Awûstûrya Viyanayê saziyeke alîkariyê ya bi navê "Eve's Help Club" pere kom kiriye. Tê gotin ku pereyê ku saziyê bi riya propaganda li medya civakî kom kiriye, ji bo revandina DAÎŞ'iyan şandiye Sûriyê.

Hêzên ewlekariyê yên Awûstûryayê têkildarî mijarê dest bi lêpirsînê kirin, lê balkêş e ku demeke dirêj e ku li vî welatî çavên xwe ser karên vê saziyê  girtine. Ev rewşa sosret li yek ji rojnamên sereke yên Awûstûryayê ya bi navê Der Standartê hate eşkerekirin. Vî rojnamê bi berfirehî nivîsî ku bi bikaranîna hestên olî û mirovî yên mirovan ji bo revandina DAÎŞ'iyan bi çi rengî pere hatine komkirin û diyar kir ku lêkolînkirina mijarê 6 mehan dewam kiriye.

Rojnameyê destnîşan kir ku bi propaganda reş li ser platformên medya civakî ji bo revandina endam û malbatên DAÎŞ'î yên li Kampa Holê pere hatiye komkirin û ragihand, saziya bi navê "Eve's Help Club" bi rêya 10 hesabên Paypalê pere li ser înternetê kom kiriye.

Serepeyv