Hellahella li Yêrîvanê, îsrara Paşînyan ser guhertina destûra bingehîn a Ermenistanê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i355238-hellahella_li_yêrîvanê_îsrara_paşînyan_ser_guhertina_destûra_bingehîn_a_ermenistanê
Serokwezîrê Ermenistanê di salvegera pejirandina destûra bingehîn a vî welatî de ,careke din tekez kir ku pêwîst e destûrek tam nû ji bo Ermenistana rastîn were nivîsandin.
(last modified 2025-07-07T12:44:29+00:00 )
Tîrmeh 07, 2025 11:59 Asia/Tehran
  • Hellahella li Yêrîvanê, îsrara Paşînyan ser guhertina destûra bingehîn a Ermenistanê

Serokwezîrê Ermenistanê di salvegera pejirandina destûra bingehîn a vî welatî de ,careke din tekez kir ku pêwîst e destûrek tam nû ji bo Ermenistana rastîn were nivîsandin.

Merasima 30 emîn salvegera pejirandina destûra Ermenistanê li paytext Yêrîvanê, bi beşdariya rayedarên payebilind û bêyî hebûna rojnamevanan hate lidarxistin û Nikol Paşînyan careke din di vê merasimê de  tekez kir ku ev welata hewceyê destûrek nû ye.

Serokwezîrê Ermenistanê ragihand: Komara Ermenistanê hewceyê destûrek nû ye. Divê ev qanûn rastiya ku îro li Komara Ermenistanê heye nîşan bide, rastiyaku tê de welat û hikûmet wekî hev bên dîtin.

Paşînyan careke din meşrûiyeta destûrên berê yên Ermenistanê xist ber pirs gumanan û got: Pirsek bingehînderbarê destûra me ya heyî de ev e ku gelo ew bi îradeya azad a gelê vî welatî hatiye pejirandin an na.