Jenek hokara diyarbûna zimanê axaftinê ye
Lêkolîn nîşan didin ku jenek (Gen) hokara diyarbûna zimanê axaftinê ye.
Li gorî rapora IRNAyê, Malpera Associated Press'ê nivîsiye: Çima mirovan dest bi axaftinê kir? zanyar dibêjin ku jenetîkê (Genetics) roleke mezin di vî warî da hebûye. Ew dibêjin pêşketin û werara vê şiyana taybet hokara mayîna mirov bûye.
Encamên lêkolîneke nû jeneke taybet bi kok û binemaya kevnar a diyarbûna zimanê axaftinê va girêdidin. Li gorî van encaman, cûreyeke proteînê ku tenê di bedena mirov da tê dîtin, alîkariya me di danîna têkiliyê bi şêwazeke nû dike. Axaftin vê derfetê dide me ku zanyariyan parve bikin, çalakiyan hevaheng bikin û zanistê veguhezînin û anegorî pismamên me yên jinavçûyî weke Neanderthal û Denîsovanan, me dixe asteke berztir û pêşketîtir.
Liza Finestack ji Zanîngeha Mîne Sotayê ya Amerîkayê ku beşdarî vê lêkolînê nebûye, got: Lêkolîna nû "Yekem pêngava nû ji bo destpêkirina vekolandina jenên taybet" e ku mumkin e bandorê li pêşketina ziman û axaftinê bikin. Encamên zanyaran heta dikarin rojekê alîkariyê bidin kesên ku pirsgirêka wan a axaftinê heye.
Dr. Darnell Robert ji endamên vê koma lêkolînî got: Variyanta jenetîkî ku bala lêkoleran kişandibû ser xwe, cûreyeke jenan bû ku alîkar bûye di diyarbûna 'Homo sapiens' wek cûreya serdest a mirov ku roja îro dijî.
Rapora vê lêkolînê vê dawiyê li Belavoka 'Nature Communications' hat weşandin.