Hin nihêniyên Paşayê daristanê li Misra kevnar hatin aşkirakirin
Lêkoler bi lêkolîna li ser fosîla kiloxekê tê gihîştin ku ev fosîl aîdî cûreyeke nenas ji tebayên Keftardidan e ku wek Paşayê Daristanê li Misra Kevnar dihatiye zanîn û bi awayekî gumandar nifşa wî ji nav çûye.
Li gorî rapora IRNAyê ji zarê CNN'ê, Goştxwerên kevnar ku ji hêla zanistî va wek Keftardidan (Hyaenodonta) tên binavkirin, didanên wan weke pisîkê tûj û leşê wan jî weke seyî bû. Ew serdemekê di lûtkeya zincîreya xwarekê da bû û derdora 25 miliyon sal beriya niha kokbirr bûn.
Niha komeke navneteweyî ya kevnarenasan hinek nihêniyên li ser vî ajelê teba peyda kirine: Kiloxeke hema bêje tevav ji cûreyeke keftardidanan ku beriya niha nehatibû naskirin. Ev keşif dikare zanyaran pêngaveke din li fehmkirina van tebayan û raboriya werar û pêşketina wan nêziktir bike.

Fosîla ku li Besta Fiyomê li Sehraya Rojava ya Misrê hatiye keşifkirin, nimûneya herî tevav a kiloxa "Hyainailourinae" (bin-malbata Keftardidanan) ye ku li Afrîqayê dijiyaye. Li gorî rapora lêkolîna navbirî ku roja Duşemiyê li Kovara 'Vertebrate Paleontology'ê (Dêrînenasiya Morikdaran) hat weşandin, kevnatiya vê kiloxê vdigere destpêka Serdema Olîgosênê (Oligocene epoch) yanî derdora 30 miliyon sal beriya niha.