Tebax 31, 2024 18:33
Temaşekirina Balindeyan (bird watching) wek binçiqeke giring a Ekotûrîzmê li cîhan û Îranê tê zanîn. Ev çiqa xwezagerriyê bi dû temaşekirina balindeyan li atmosfera wan a xwezayî û hezkirina ji jiyana ajelên kovî ye. Ji ber ku balindeyên cûrbicûr li jîngehên ciyawaz dijîn, Temaşekirina Balindeyan hevrê digel dîtina cûreyên ekosîsteman û cazîbeyên taybet ên xwezayî ye. Hêjayî gotinê ye heta niha li Îranê derdora 600 cûreyên balindeyan hatine naskirin û tomarkirin.