Sibat 08, 2025 12:11 Asia/Tehran
  • Lêkolînek li ser dîroka 11 hezar salî ya pêz

Encama lêkolînên zanyaran nîşan dide pez zêdetir ji 11 hezar sal berê li Hîlala Berhemdar (the Fertile Crescent) hatine kedîkirin. Hîlala Berhemdar navê devereke dîrokî li Rojavayê Asyayê ye ku beşê rojhilatî yên Deryaya Sipî, beşên rojavayî yên Îranê, Mezopotamya û Misrê Kevnar digire ber xwe.

Li gorî nûçeya IRNAyê ji zarê Malpera SciTechDailyê, ev 11 hezar sal in ku pez û debara jiyana mirovan têkelî hevdu bûne. Ji mêj va, pez çavkaniya dabînkirina goşt ji bo mirovan bû, tevî ku kedîkirina pêz ev derfet dida mirovan ku ji şîrê tije proteîn ê wî sûd wergire û ji hiriyê wî jî qumaşên germ çê bike û xwe li hember sermayê biparêze.

Niha komeke lêkolînî uya navneteweyî bi sergêriya pisporên genetîkê yên Koleja Trinity'a Dûblînê li Îrlendê û kevnarenasên Zanîngeha Ludwig Maximilian a Monîxê û Komelgeyên Dîroka AXwezayî ya Eyaleta Bavarîyayê (SNSB) li Almanyayê, rêgeha çandî ya beriya dîrokê ya pêz şopandin. Wan bi analîzkirina 118 genomên bidesthatî ji hestiyên kevn ên ku kevnatiya wan digihêje 12 hezar sal berê û li hin navçeyên ji Mixolistan heta Îrlendê hatine bidestxistin, hin zanyariyên giring li ser dîroka kedîkirina pêz keşif kirine.

Zanyaran li gundekî herî kevn ê xwedîkirina pêz li Aşîklî Hoyokê li navenda Tirkiyê hin genom peyda kirin ku wisa xuya dike yên kalên gelheyên din ên pêz li devereke berfirehtir bin; ev mijar jêdera nêçîrkirina pezê kovî (Mouflon) di zêdetirî 11 hezar sal berê li beşa rojavayî ya Hîlala Berhemdar a bakur piştrast dike.

 

Serepeyv