Operasyona dijî sîyonîstan li Rexê Rojavaya Çemê Urdinê/ Herî kêm 3 sîyonîst hatin kuştin
Çile 06, 2025 18:32 Asia/Tehran
Çavkaniyên nûçeyan derbarê operasyona dijî siyonîstan li Rexê Rojava û kuştina herî kêm 3 siyonîstan ragahî dan.
Çavkaniyên siyonîstî ragihandin ku kesek ji hundirê tirimbêlekê li nêzîkî gundê El-Fendeqê li rojhilatê Qelqîliyê li Rexê Rojava çemê Urdonê ber bi otobusa siyonîstan ve gulle avêtiye.
Kanala 12 a Rejîma Siyonîst jî ragihand ku di encama vê operasyonê de 3 siyonîst hatin kuştin û 6 kes jî birîndar bûn û rewşa 3 ji wan giran e.
Li gorî çavkaniyên nûçeyan sebebkarê vê operasyonê li tirombêlekê siwar bûye û ji wir reviyaye.
Tê gotin ku çend kes di vê otomobîlê de bûne û ber bi Nablosê ve çûne.