Şîreta lêkoleran: Kêmtir rûnin da ku derengtir pîr bibin!
Encama lêkolînan nîşan dide ku rûniştina demdirêj tevî pêkanîna aloziyê di tenduristiyê da û zêdebûna îhtimala tûşbûna bi nexweşiyên dil, dibe sebeb ku mirov pîrtir xuya bikin.
Li gorî rapora IRNAyê ji zarê Medical Xpressê, Encamên lêkolînan li Zanîngeha nû ya Kolorado Boulderê û Zanîngeha Kalîforniya Riversideê li Amerîkayê nîşan dide, kesên ji Nifşa Hezarsalê anku Nifşa Y'ê (Millennials an jî Generation Y) ku pirraniya dema xwe ya rojane bi bikaranîna komputerê derbas dikin û livîn û hereketa wan tenê di asta hatûçûna ji malê bo cihê kar û berovajî wê sînordar dibe, zêdetir ji 60 saet di hefteyê da bi rewşa rûniştî derbas dikin û ev yek îhtimala tûşbûna bi nexweşiyên dil li nav wan zêdetir dike û dibe sebeb ku nîşaneyên din ên pîrbûnê bileztir xuya bibin.
Nifşa Y'ê ew kes in ku piştî Nifşa X û beriya Nifşa Z'ê. hema bêje ji destpêka deheya 1980î heta destpêka deheya 2000î ji dayîk bûne.
Lêkoleran hezar kes, di nav de 730 cêwiyên ji 28 heta 49 salî xistin nav lêkolîna xwe û ev encam bi dest xistin ku rûniştina demdirêj bandorê li endeksên tenduristiyê weke Kolêstrolê û Endeksa Girsbûna Leşî (BMI) li nav xortan dike.
Beşdarên vê lêkolînê bi awayekî navgîn hema bêje 9 saet di rojê da û hinek ji wan heta 16 saetan rûdiniştin. Wan ji 80 heta 160 deqe çalakiya bedenî ya navgîn û kêmitr ji 135 deqe werzîşa giran di hefteyê da pêk dianîn.
Li gorî encamên vê lêkolînê, asta herî kêm a çalakiya bedenî ya pêşniyarkirî yanî 20 deqe werzîşa navgîn di rojê da ji bo sekinîna li hember xeterên ji ber derbaskirina zêdetir a demên hişyariyê li ser kursiyê têrê nake.
Li gorî encamên vê lêkolînê, çiqasî kesek zêdetir rûne, pîrtir xuya dike û çalakiya bedenî ya nagîn nikare bandora nerênî ya rûniştina demdirêj ji holê rake.
Encamên vê lêkolînê li Kovara PLOS Oneê hatine weşandin.