Cotmeh 21, 2024 16:08 Asia/Tehran
  • Çima hinek hez dikin rewşên tirsnak tecrube bikin?

'Sarah Kollat' lêkoler û fêrkara derûnnasiyê li Zanîngeha Eyaletî ya Pennê (Penn State University) ya Amerîkayê şirove dike ku, çima hin kes hez dikin bitirsin û li fîlmên tirsnak temaşe dikin û hesteke baş j tirsînê werdigirin.

Li gorî nûçeya ISNAyê, Dibe ku temaşekirina bi dizî li fîlmên tirsnak bîreweriyeke me ya tirsnak di serdema zarokatî û nûciwaniyê da be, lê wisa jî nîne em hemî tenê tirsiyabin; belkî ji bo hinekan, ev cûre tirsîn bi awayekî sosret hevrê digel kêf û lezetê jî bûye.

Pisporên derûnnasiyê vê mijarê wek "tirsa baş" bi nav dikin. Cihê balkêşiyê ye ku, kompaniyeke amerîkî ya bi navê "America Haunts" texmîn kiriye ku amerîkî salê zêdetirî 500 milyon dolarî ji bo lêçûnên çûyîna nav malên terikandî û bêniştecî xerc dikin tenê ji bo vê yekê ku rewşa wan a wehşetnak û atmosfera bi tirs û saw tecrube bikin.

Her wiha, gelek alîgirên tirsê di heyama salê da dema xwe terxanî dîtina fîlm û şanoyên tirsnak û xwendina pirtûkên di mijara wehşetê da dikin.

Ji bo hinekên din, ev cûre mijûlbûna bi wehşetê bêwate tê xuyakirin; ji ber ku tevî nûçeyên şêrr û azirandina zarkan, mirov her roj rastî lîsteyeke dirêj a tirs û wehşetênb rasteqîn û bêdawî tê. Vêca çima di cîhana ku wehşeta rasteqîn xwe jî bi awayekî zef û zêde raber dike, em bi dû tirs û wehşeta çêkirî bo mijûlbûna xwe bin?

'Sarah Kollat' liyekgihîştina derûnnasî û tirsê mijareke balkêş dizane û ji bo şirovekirina vêya ku çi tiştek dibe sebeb ku meraqeke wisa ji bo xwetirsandinê hebe, balê dikişîne ser vê teoriyê ku hest û hîs wek tecrubeyeke cîhanî di mirovan da werar bûne û kemilîne; ji ber ku hest û hîs alîkariya me dikin da ku zindî bimînin.

Bi gotina wê, pêkanîna tirsê di jiyanên êmin û aram da dikare kêf û lezetê bide mirov û rêyek e ku mirov bi saya wê xwe ji bo tûşbûna digel xeterên jiyana rasteqîn amade dikin.

Tirsînê dikare hesteke baş hebe

Serpêhatiyên kontrolbûyî yên tirsê ku tê da tirs û wehşet dikare bi dilxwazî di her demekê da were rawestandin, wek mînak her dema ku mirov bixwaze dikare fîlma tirsnak rawestîne yan pirtûka wehşetnak girêde yan her dema ku bixwaze ji mala vala û bêniştecî derkeve, bêyî ti xetereke rasteqîn, asta herî bilind a tirsê ji hêla fîzyolojîkî dabîn dike.

Dema mirov xwe li ber gefê dibîne, asta hormona adrenalînê di bedena wî da zêde dibe. Lêdana dil zêdetir dibe, bêhnkişandin kûrtir û bileztir dibe û zexta xwînê diçe serê û beden dikeve rewşa amadetiyê ji bo berevaniya xwe li hember xeterê yan jî revîna herî zûtir ji mewqiyê.

Ev berteka fîzîkî di dema tûşbûna digel gefeke rasteqîn da gelekî girîng e. Dema mirov tirsa kontrolbûyî tecrube dike, dikare bêyî ku xetereke rasteqîn tecrube bike, kêfa xwe bi vê hesta pirr enerjî bîne; piştra dema ku gef hat têkbirin û hesta tirsê ji nav çû, bedena mirov hormona dopamînê azad dike û bi vê rêyê mirov hesta kêf û aramiyê dike.

Serepeyv