Cotmeh 20, 2024 16:35 Asia/Tehran
  • Weşana herî mezin a cîhanê li dijî Hişê Çêkirî derket

Weşana binavê 'Penguin Random House'ê rêzikên xwe yên mafê kopîkirinê (copyright) ji bo parastina nivîskaran li hember Hişê Çêkirî serrast kirine.

Li gorî nûçeya ISNAyê ji zarê Malpera The Boksellerê, Damezirînerên Hişê Çêkirî ji ber deynkirina nivîs û babetên kesên din jin bo hînkirina modelên xwe yên hişê çêkirî rastî girseyeke rexne û gazinan hatine. Niha jî enstîtûya herî mezin a çalak di warê weşandinê da hin pêngavan radike da ku piştrast bibe ku berhemên nivîskarên wan bi navê pêşketinê, nakevin ber diziya wêjeyî.

Weşana Penguin Random House'ê beşa copyright'a xwe li ser rûpela yekem a pirtûkên xwe guherandiye da ku amaje bi bikaranîna her sernaveke pirtûkên xwe wek çavkaniyek ji bo hînkirina Hişê Çêkirî bike. Di vê nivîsê da hatiye: Ti beşek ji vê pirtûkê nikare bi ti awayî bi mebesta hînkirina teknolojî yan modelên Hişê Çêkirî were bikaranîn an kopîkirin.

Hevoka nû her wiha bi destnîşankirina vê yekê ku weşan pirtûkan li hemberî hilkolandina daneyan parastî dihêle, radigihîne ku ew sernavên pirtûkan diparêze. Ev beşa nivîsa serrastkirî ji rêzikên vê dawiyê yên Parlimana Ewropayê têkildarî istîsnayên nivîsan, hilkolandina daneyan û xwedîtiyê ye.

'Penguin Random House' kompaniya herî dawî ya weşanî ye ku li hember modelên Hişê Çêkirî radibe. Destpêka vê hefteyê, Rojnameya 'The New York Times'ê nameyeke rawestan û devberdanê ji Startup'a Hişê Çêkirî Perplexity'ê ra şand da ku bikaranîna nivîsar û raporê wê ji bo alîkariya bo modela xwe ya Hişê Çêkirî bi mebesta berhemanîna bersivên bikarêneran rawestîne.

Serepeyv