Îlon 05, 2024 09:08 Asia/Tehran
  • Rojgirtina herî kevn a dîrokê di nivîseke 6000 salî da hat keşifkirin

Stêrknasan jêderka herî kevn a naskirî ya rûdana Rojgirtinê li nivîseke kevnar a Hindûyan ku aîdî 6000 sal berê ye, keşif kirin.

Li gor rapora ISNAyê, Dema ku stêrknasan nivîseke Hindûyan a kevnar nasyar bi "Rig Veda" vekolandin, tê gihîîştin ku ev nivîs amajeyî rojgirtineke tam dike ku hema bêje 6000 hezar salê berê qewimiye û bi vî awayî dibe raveya herî kevn a Rojgirtinê.

"Rig Veda" berhemek ji gotin û helbestên baweriyên cûrbicûr ên dînî û felsefî ye ku derdora 1500 salan beriya Jidayîkbûna Hz. Îsa (S) hatiye berhevkirin û hema bêje weke hemî nivîsên olî, amaje bi hin rûdanên dîrokî dike ku piraniya wan hevçerx digel serdemekê ne ku ew hatine nivîsîn. Wek mînak, di beşên cûrbicûr ên Rig Vedayê da amaje bi cihê hilatina rojê ji Beranberîya Biharî (spring equinox) da hatiye kirin.

Vê demê Beranberiya Biharî di Komstêra Masiyê ye. Beranberiya Biharî hema bêje 4500 salan beriya Mîladê di Komstêra Nêçîrvan (Orion)da bûye yan jî derdora 2230 salan beriya Mîladê li Hûşiya Pêwir (Perwîn)a li Komstêra Ga (Taurus) bûye; bi vê wateyê ku Rig Veda hinek ji rûdanan bi başî tomaar kirine.

Zimanê Rig Vedayê gelekî sembolîk e û têderxistina vêya ku kîjan efsane û kîjan çîrokeke dîrokî ye dijwar e; lê du stêrknas bi navê Mayank Vahia ji Enstîtûya Lêkolînên Bingehîn a Tatayê li Bembeyîyê û Mitsuru Soma ji Resedxaneya Neteweyî ya Stêrknasiyê ya Japonê difikirin ku wan şiroveya Rojgirtineke kevnar di vê nivîsê da bi dest xistine. Wan encama lêkolîna xwe li Kovara Astronomical History and Heritageê weşandin.

Di şiroveya vê nivîsê li ser rojgirtina navbirî da, ev rûdan wek "Kunbûyî" bi tarîtiyê hatiye û hatiye gotin ku bûnewerên şeytanî bûne sebeba windabûna hunerên cadûyî yên Rojê.

Lêkoler dibêjin ev rojgirtin rojgirtineke tam bûye û li navçeya ku nivîskarên herî dawî yên Rig Vedayê li wir dijiyane, qewimiye.

Stêrknas tê gihîştin ku tenê du dîrok li gorî van pîvan û taybetmendiyan in: Yek 22ê Cotmeha sala 4202an a beeriya Mîladê û ya din 19ê Cotmeha sala 3811an a beriya Mîladê.

Serepeyv