Înterneta Heywanan dê sala 2025an were damezirandin!
Lêkoleran di lêkolîneke nû da dixwazin şopgerên biçûk ên ku bi enerjiya tavê dixebitin li heywanên cûrbicûr û heta li qerselan (qeşayên kombûyî li xwezayî) û bermahîkên nav oqyanûsan girêbidin da ku bi vê rêyê zanyariyên zêdetir li ser jiyana ajelan û xwezayê bi dest bînin.
Li gorî rapora ISNAyê, Alîgirên heywanan û pisporên jîngehê bi meraq li benda damezirandina sîstemeke fezayî ya bi navê "Hevkariya Navneteweyî ji bo Çavdêriya Heywanan bi bikaranîna Fezayê" (ICARUS) ne ku çaverê ye damezirandina wê di sala 2025an da dest pê bibe.
Armanca raberkirina vê sîstemê pêkanîna "Înterneta Heywanan" e. Înterneta Heywanan toreke cîhanî ya jîngeha ajalan a cîhazkirî bi hîskeran e ku zanyariyên bêmînak li ser çend diyardeyên xwezayî yên nihênî li Seyroka Erdê raber dike.
Înterneta Heywanan bi armanca çareserkirina hin sirr û razan weke çawaniya geriyana Nehengên Piştxûz (Humpback whale) li panavan, pirsgirêkên pêşberî têjikên kûsiyên deryayî li nav avên metirsîdar û tevgerên ecêb ên pilingên berfî (Panthera uncia) yên çiyayên Hîmalyayê tê raberkirin.
Li malpera ICARUSê wisa hatiye nivîsîn: Bo cara yekem dê derfeta diyarkirina cih û tevgerên heywanekî li kêliyekê û di asta mezintir da diyarkirina tevgerên bi hezara heywanan were dabînkirin.