Hezîran 25, 2024 18:50 Asia/Tehran
  • Şîreta lêkoleran; beriya saet 1ê berbangê razên da ku tendurist bimînin

Lêkolînek ku vê dawiyê hatiye weşandin nîşan dide ku razana piştî saet 1ê berbenagê dibe ku kêşeyên saxlemiya derûnî pêk bîne.

Li gorî rapora IRNA'yê ji zarê Fox News'ê, Lêkolerên Zanîngeha Stenfordê ya Amerîkayê zanyariyên têkildarî 73 hezar kesên mezin li Brîtanyayê analîz kirin û Kronolojî anku mînaka dema razanê (eva ku mirov hez dike sibehan zû ji xewê hişyar bibe yan şevan heta derengê şevê hişyar bimîne) û dema rasteqîn a razana wan vekolandin.

Wan piştra hevahengiya navbera mînaka dema razanê û qewimîna nakokiyên derûnî, reftarî û esebî û tengijîn û bêhedariyê di wê komê da vekolandin.

Vê lêkolînê nîşan da kesên ku şevê zû radizên û sibehê zû hişyar dibin anegorî kesên ku şevê dereng dikevin nav nivînan,  saxlemiyeke derûnî ya baştir hene.

Li nav kesên ku hez dikin sibehan zû hişyar bibin lê şevê dereng radizên, metirsiya tûşbûna bi kêşeyên derûnî, reftarî û esebî, tengijîn û bêhedariyê zêdetir dibe.

 

Serepeyv