Pavyona Zanistên Me'rifî li Pêşangeha Abadiran'ê tê vekirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/baŞ_e_bizanÎ-i348714-pavyona_zanistên_me'rifî_li_pêşangeha_abadiran'ê_tê_vekirin
Erkantiya Geşepêdana Zanist û Teknolojiyên Me'rifî dê Pavyona Me'rifî (Kognîtîv) li Duyemîn Pêşangeha Neteweyî ya Abadîranê veke.
(last modified 2024-06-10T13:04:57+00:00 )
Hezîran 10, 2024 15:51 Asia/Tehran
  • Pavyona Zanistên Me'rifî li Pêşangeha Abadiran'ê tê vekirin

Erkantiya Geşepêdana Zanist û Teknolojiyên Me'rifî dê Pavyona Me'rifî (Kognîtîv) li Duyemîn Pêşangeha Neteweyî ya Abadîranê veke.

Li gorî rapora ISNA'yê, Bi mebesta berfirehkirina kar û pêşeyê di warê ekosîstema me'rifî û bi armanca alîkariya bo cîhazkirina navendên dermanî û binkeyên tenduristiyê û berfirehkirina binesziyê, Pavyona Erkantiya Geşepêdana Zanist û Teknolojiyên Me'rifî di dora duyem, a Pêşangeha Neteweyî ya Abadîranê çalakiya xwe dest pê bike.

Di Pavyona Erkantiya Geşepêdana Zanist û Teknolojiyên Me'rifî da li vê pêşangehê çend kompaniyên zanist-bingeh û çalak di warê me'rifî da destkeftên xwe yên dahênane û teknolojîk ji bo alîkariya bo raberkirina xizmetên tenduristî, dermanî û bihêzkirinê di warên nakokiyên îdrakî, esebî û xurtkirna hiş û mejî pêşkêş dikin.

Ev pêşangeh di pênc beşan di nav da Tenduristî, Paqijî û Bihêzkirinê dê ji  11 heta 14ê Hezîrana 2024an li Nimêjgeha Îmam Xumeynî (RE) ya Tehranê were lidarxistin.