Pergala xwarinê ya guncan û werzîş; mertalek li hemberî têkçûna hişî
Lêkolînek ku vê dawiyê hatiye weşandin vê îhtimalê xurt dike ku Dîyet an jî pergala xwarinê ya saxlem û werzîş û livdarîya berdewam, pêvajoya pêşketina Nexweşiya Bîrbîrokîbûn anku Alzeymerê li nexweşên ku ev nexweşî di wan da li qonaxên seretayî ye, kêm dike.
Li gorî rapora IRNAyê ji zarê Malpera Hill'ê, Ev lêkolîn ku li Kovara Lêkolîn û Dermanê Alzeymerê (Alzheimer’s Research and Therapy) hat weşandin, nîşan dide ku nîşaneyên têkçûna hişî li nexweşên ku guherînên zehf di warê xwarina xwerekên tam, werzîşkirina navîn û pêkanîna şêwazên kontrola stresê di jiyana xwe da bi cih anîne, hatin sekinandin. Komeke din a nexweşan ku adetên xwe yên xwarinê neguherandin, pê hesiyan ku rewşa fikirîn û bîra wan xirabtir dibe.
Li gorî vê raporê, 51 nexweşên tûşbûyî bo Alzeymerê ku gişt ji 45 heta 90 salî bûn di vê lêkolînê da ku navbera Îlona 2018an heta Hezîrana 2022an bi cih hat, beşdar bûn.
Ji nexwşan ra pergaleke xwarinê ya Vegan (Giyaxwarina Tekûz) pêkhatî ji qaseke zêde ya Kerbo-Hîdratên Mêwe, Sebzemenî, Çerez û Dexl û Dan hat pêşniyarkirin. Şekirên veguherandî û donên ziyanbar ên vê pergala xwarinê kêm bûn; lê kaloriya pêwîst dihat dabînkirin.
Ev nexweş sê caran di hefteyê da bo heyama 30 deqeyan di peyatî dimeşiyan. Wan bi giştî bi pêkanîna Yoga, rahênanên bêhnkişandinê û kişandina masûlkeyan stresa xwe kontrol dikirin.
Lêkoler bawer in, pêkanîna guherînên giran di şêwaza jiyanê da li dewsa guherînên navîn, ji bo baştirkirina têgihîştin û karayîyê li kesên ku di qonaxên seretayî yên Nexweşiya Alzeymerê ne, pêwîst e.
Li gorî rapora Encumena Alzeymerê, Ev nexweşiya têkbera hiş bûye sebeb ku lêkoler û kompaniyên dermanî bi miliyaran dolarî ji bo raberkirina dermanekî bona alîkariya ji bo çareserkirina wê terxan bikin.