Nîsan 05, 2024 19:49 Asia/Tehran
  • Gelo serdema fêrkirina zimanên biyanî bi dawî dibe?

Lêkoler dibêjin bi xêra Hişê Çêkirî dibe ku mirov êdî hewcetî bi fêrbûna zimanê duyem hîs nekin.

"Lêkolînan nîşan daye ku ziman şêwaza şiroveya mirovan ji rastiyê pêk tîne. Hînbûna şêwazeke ciyawaz ji bo axaftin, nivîsîn û xwendinê alîkariya mirovan dike da ku hin rêyên nû ji bo dîtina cîhanê peyda bikin. Karanên ku ez bi wan ra axivîm ew şibihandine keşifkirina şêwazeke nû ji bo fikirînê. Ti makîneyek nikare dewsa tecrubeyeke mirovî ya wisa kûr bigire. Tevî vêya, kompaniyên teknolojiyê wergera automatîk vediguherînin berhemên zêdetir. Bi asayîbûna teknolojiyê dibe ku em pê bihesin ku me îzin daye têkiliyên mirovî yên kûr bi têkiliyên ku ji hêla teknîkî va têra xwe xwedan pisportiyê ne, lê di dawî da vik û vala ne werin dewsgirkirin. Amûrên zimanî yên li gorî Hişê Çêkirî aniha li bernameyên torên civakî, platformên peyamgihên û malperên weşana rêzefîlman hene."

Lûîs Matsakîs rojnamevanê azad di nivîsarekê li Kovara Atlantîkê tevî amajeya bi bandora Hişê Çêkirî li ser fêrkirina Zimanê Biyanî, nivîsî: "Min çend roj berê vîdyoyek ji xwe dît ku bi zimanê Çînî, jixwe bi awayekî resen diaxivim. Ez tenê çend sal in ku bêyî ku herim pola ziman bixwe zimanê Çînî hîn dibim û serdestiya min a tam li ser wî tineye. Tevî vê yekê, min di wê vîdyoyê da her peyva Çînî bêyî ti kêşeyekê û bi awayekî eseh bi lêv dikir, eynî weke Zimanekî Dayîkê. Çewtiyên Rêzimanî û rawestanên min ên naxweş di wê vîdyoyê da ji nav çûbûn û dengekî nerm û hinekî biyanî li dewsa dengê min hatibû dewsgirkirin."

 

Serepeyv