Zanyaran 'Cota Dîjîtal' a Erdê ji bo şibihandina karesatên xwezayî çêkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/baŞ_e_bizanÎ-i347011-zanyaran_'cota_dîjîtal'_a_erdê_ji_bo_şibihandina_karesatên_xwezayî_çêkirin
Komeke lêkolerên warê hewanasiyê li Îtalyayê bi alîkariya Rêxistina Fezayî ya Ewropayê coteke dîjîtal ji bo modelkirin û şibihandina komputerî ya rûdanên av û hewa yên warê Medîteraneyê çêkirine ku di pêşerojê da dikare veguhere modelekê ji bo şibihandina deqîq a tevahiya seyroka Erdê.
(last modified 2024-03-10T11:40:37+00:00 )
Adar 10, 2024 15:09 Asia/Tehran
  • Zanyaran 'Cota Dîjîtal' a Erdê ji bo şibihandina karesatên xwezayî çêkirin

Komeke lêkolerên warê hewanasiyê li Îtalyayê bi alîkariya Rêxistina Fezayî ya Ewropayê coteke dîjîtal ji bo modelkirin û şibihandina komputerî ya rûdanên av û hewa yên warê Medîteraneyê çêkirine ku di pêşerojê da dikare veguhere modelekê ji bo şibihandina deqîq a tevahiya seyroka Erdê.

Li gorî nûçeya IRNA'yê ji zarê Space'ê, Bi saya krediya adaryî ya dabînkirî ji alêiyê Rêxistina Fezayî ya Ewropayê, zamnyar "Coteke dîjîtal ji bo Erdê û hemû avên wê yên hezkirî" çê dikin ku dikarin werin vekolandin.

Loka Broka ji Konseya Neteweyî ya Lêkolînan a Îtalyayê bi daxuyaniyekê di vî warî da destnîşan kir: Şibihandina Erdê bi diqeta zêde karekî gellekî dijwar e û ji ber vê yekê armanca me di asta yekem da lêhûrbûna li ser armanceke diyarkirî ye. Ev îde têkildarî tiştekî ye ku me çêkiriye; Lêkolîna babetî ya Cota Dîjîtal ji bo çerxeya av û hişkahiyê lin warê Medîteraneyê. Armanca me pêkanîna pergalekê ye ku rê bide kesên ne-karzan ji wan welatî û biry6arderan da ku şibihandinên dewsgir bi cih bînin/