Kanûn 28, 2023 14:29 Asia/Tehran
  • Pirtûka 'Gotinên Pêşiyan ên Farisî pireyek navbera çandan' bi îtalî hat çapkirin

Şêwirtmendê Çandî yê Komara Îslamî ya Îranê qala wergerandin û çapkirina Pirtûka 'Gotinên Pêşiyan ên Farisî pireyek navbera çandan' li Îtalyayê kir.

Muhemed-Teqî Emînî Şêwirmendê Çandî yê Îranê li Îtalyayê roja Çarşemiyê got: Li welatê Îtalyayê mjara wêjeya gelêrî û xwecihî ya Îranê kêmtir hatiye berçavgirtin û çalakiyeke kêmtir anegorî destebendiyên din ên wêjeyê pêk hatiye û cihê vala yê vê cûreya wêjeya Îranê li Îtalyayê hertim dihat hîskirin.

Di beşeke Pirtûka 'Gotinên Pêşiyan ên Farisî pireyek navbera çandan' da Mamoste Elî-Ekber Dêhxoda bi awayekî giştalî û bihûrgilî wek kesayetiyekî herî girîng ê Çand û Wêjeya Farisî ya roja îro hatiye nasandin.

Mamoste Elî-Ekber Dêhxoda edîb, helbestvan û siyasetvanê îranî ye.

Hêjayî gotinê ye, Pirtûka 'Gotinên Pêşiyan ên Farisî pireyek navbera çandan' wergirtî ji Pirtûka "Emsal û Hikem" a Mamoste Elî-Ekber Dêhxoda ye.

Serepeyv