Îkebana; Kevnehunera Gulxemilandinê li Japonê
Mijdar 23, 2023 15:21 Asia/Tehran
Îkebana an jî Hunera Gulxemilandinê hunereke herî binavûdeng a japonî ye ku kevnatiya wê vedigere bi sedan sal berê.
Li gorî rapora IRNA'yê ya roja Pêncşemiyê, Îkebana an jî Gulxemilandin hunera raçandina bedew a qurm, belg û gulên jêkirî li nav guldank an amanên din e ku di heyama bi sedana salan li Japonê bi pêş ketiye û gihîştiye roja îro.
Îkebana wek Kado an jî Rêya Gulan jî li Japonê tê naskirin.
Japonîyan tevî bidestxistina teknolojiyên herî nû, hema wisa gellek kevneşopiyên xwe yên esîl û resen parastine û pêbendî wan mane; pirraniya kevneşopiyên japonî girêdayî bi baweriyên wan ên mezhebî ne.