Tebax 15, 2023 17:20 Asia/Tehran
  • Guherîna av û hewa jiyana fîlan tûşî xeterê tîne

Roja Yekşemiyê, 13ê Tebaxa 2023an Roja Cîhanî ya Fîlan bû. Nêçîra derqanûnî, jidestçûna jîngehê û reftara pîs digel fîlan, mayîna vê heywanê tûşî metirsiyê aniye.

Li gorî rapora Televîzyona El-Cezîeyê, Hejmara fîlên afrîqî di 50 salên raborî da sedî 60 kêm bûye û gihîştiye 415 hezar serîyî.

Li Asyayê tenê 50 hezar serî fîl mane û mayîna wan jî li ber xeterê ye.

Cîm Yamûm Rêveberê Cihêner ê Navenda Piştevaniya Fîlan li hemberî Kokbirrbûnê got: Tekezî li ser pêkanîna agahiyê derbarê rewşa xembar a fîlan e. Niha dema wê ye ku em vekolînin bê ka çi hokar bûne sebeb ku em heyînên xwe ji dest didin û em dikarin çi karekî bikin da ku piştrast bibin ku dikarin tiştê heyî biprêzin û piştrast bibin ku hejmara fîlan kêm nabe.

 

Serepeyv