Meymûnên taylendî ji bo cerribandinê tên qaçaxkirin
Tîrmeh 30, 2023 17:36 Asia/Tehran
Rayedarên Taylendê ragihandin qaçaxçiyên heywanan li sînorên vî welatî meymûnan qaçaxî Kambûcê dikin da ku ew ji bo ceribandina li labratûwaran werin bikaranîn.
Li gorî rapora Kanala El-Cezîreyê, Qaçaxa meymûnan ji Taylendê bo Kambûcê gelheya meymûnan li vî welatî gellekî kêm kiriye.
Li gorî vê raporê, hejmara meymûnan li nav kolanên Taylendê gelekî kêm bûye û tenê hejmareke meymûnên biçûk mane.
Pisporan gotine gellek şehedî hene ku nîşan didin qaçaxçî meymûnan qaçaxcî welatên din dikin û di dawî da wan digihînin Amerîka û Kambûcê.