May 25, 2023 16:57 Asia/Tehran
  • Hestiyên deynesorekî li Qirqîzistanê hatin keşfkirin

Zanyarên qirqîzistanî ragihandin ku bermahiyên deynesorekî li bajarê Taş Komîrê yê navçeya Celal Abadê hatine keşfkirin.

Li gorî rapora Fars News'ê, Jomakadîr Karamoldvîf zanyarê qirqîzistanî û endamê Akademiya Neteweyî ya Zanistan a vî welatî got: Fosîlên vî deynesorî ku di serdema Mezozoîk (Mesozoic) da dijiyaye, ji aliyê kevnarenasên almanî va hatine keşfkirin.

Dirêjahiya piyê vî canewerî 63 cm e.

Di dehsaliyên derbasbûyî da hestiyên cûreyên deynesoran weke (sauropod), (Pterosaurs), (Stegosaurus) û (Theropoda) li kewşena vî bajarî hatine keşfkirin.

 

Serepeyv